Çile 14, 2018 18:28 Asia/Tehran
  •  Salih Muslim: Enqere  xwe ji nav dibe

Hevagvê kiryara Tirkiyê derheq topebarana bajarê Efrînê û navçên derdora wê û şandina çek û sîlehên eskerî û cengî bo sînorê Sûriyê, Salih Muslim berpirsê berê yê PYD ragahnd ku mudaxila Tirkiyê li Idlibê vî welatî ber bi jinavçûnê dikşîne û gefên Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê ji bo derbasbûna nav Efrînê weke lîstika bi êgir da zanîn.

 Salih Muslim destnîşan kir ku tu hêzek niakre pêşiya  artêşa Sûriyê ji bo derbasbûna  nav vî bajarokî bigre ji ber ku  ev bajaroka beşek ji axa Sûriyê ye.

 Tirkiye roja  şemiyê kelûmelên  eskerî yên  zêdetir  ji bo piştgiriya ji hêzên xwe li sînorê tev Sûriyê şand û ew kelûmel gihêştine  bajarê Rêhanliyê li başûrê vî welatî.

 Artêşa Tirkiyê meqerên  YPG li navça Efrînê li bakurê rojava  Sûriyê da ber êrişan.

 Kanala  NTV`yê, ya Tirkiyê raghand ku  topxanên  Tirkiyê ku li du  navçên Rêhanlî û Qereqexanê li eyaleta Hatayê bi cih bûne herîkêm 36 êriş cih anîn û meqerên  YPG dan ber êrişan.