Artêşa Sûriyê riya navbera Xenasir û Tel El-Zemanê li derdora Helebê azad kir
Artêşa Sûriyê riya navbera Xenasir û Tel Zemanê û her wiha Cebel El-Erbeînê li derdora Helebê azad kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê kanala Meyadînê, artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê piştî pevçûnên giran tev bereya El-Nusre û komên têkildarê wê kontrola bajaroka Tel Zemanê û 20 gundan li navça derdora Helebê bi dest xistin.
Artêşa Sûriyê her wiha riya navbera Xenasir, Tel Zeman û Cebel Erbeînê li derdora Helebê azad kir.
Ji aliyê din ve çavakniyên sûrî li bara kuştina Ebûandir El-Es berpirsê pevçûnên vê dawiyê li mêhwera dayira trimbêlên eskerî li Herestayê li Qûta rojhilata Şamê agahî dan.
Her wiha Qisûre Melahim ji rêberên berê yên Cund El-Eqsayê û yek ji berpirsên niha yên Cund El-Melahimê ser bi El-QAidêli encama êrişa artêşa Sûriyê li derdora başûrê rojhilata Idlibê hatin kuştin.