Çile 13, 2018 18:28 Asia/Tehran
  • Xelkê Minbicê Ji HSD`ê xwestin ji vî bajarî derkevin

Xelkê bajarê Minbicê yê Sûriyê xwestin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji vî bajarî derkevin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, bi sedan kes ji xelkê bajarekê li bakûra Sûriyê, bi lidarxistina xwenîşandanekê nerizamendiya xwe li hember kiryarên serkutker ên şervanên HSD`ê nîşan dan û xwestin ev şervan ji vî bajarî derkevin.

Xelkê bajarê Minbicê ku ketiye parêzgeha Heleba Sûriyê, nerizamendiya xwe li hember dewama hebûna şervanên ser bi Partya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li vî bajarî nîşan dan.

Xelkê bajarê Minbicê, îro li dû vexwendinameyekê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember kiryarên serkutker û cinayetên endamên ser bi vê partiyê li vî bajarî, xwenîşandan li dar xistin. Bi sedan kes ji xelkê bajarê Minbicê, piştî peydakirina meytê du ciwanên ku li bin îşkenceya şervanên PYD, hatibûn kuştin, xwenîşandan li dar xistin.

Bajarê Minbicê li mehên buhurî, bûye şahidê hin nerizamendiyan li hember siyasetên Esgeriya bi zorê yên Partya yekîtiya Demokratî (PYD).