Çile 13, 2018 18:15 Asia/Tehran
  • YPG`ê li hemberî êrişên Tirkîyê bersiv da

Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi topan êrişî çeperên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Efrînê dike û hêzên kurd jî bi çekên nîvgiran bersiv danê.

Li gorî ragihandina medyayên Tirkîyê, artêşa Tirkiyê ji navçeya Reyhanliyê ya Hatayê ve, çeperên YPG`ê yên li Efrînê dan ber topan.

Ajansa nûçan a Hawarê jî eşkere kir ku topên ku hatine avêtin li nava zevîyan ketine û li ser vê yekê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên ku topan jê davêjin.

kêmtir ji sietekê piştî axavtinên serokomarê Tirkîyê têkildarî hêzên kurd ên bakûra Sûrîyê, artêşa Tirkîyê çeperên hêzên hanê li Efrînê dan ber topan.

Receb Teyîb Erdogan serokoamrê Tirkîyê îro li axavtina xwe li navenda parêzgeha Elazigê gefa êrişa ser hêzên kurd ên sûrî kir.

Wî got: Me bi opêrasyona Mertala Firatê nehîşt ku korîdora têrorê bê avakirin, em ê wê opêrasyonê li Idlibê jî cih bînin.

Ev gotina Erdogîn iaşreta ser opêrasyona hêzên dijberê dewleta Sûrîyê ya Mertala Firatê ye ku di Îlona sala 2016`an de bi piştgirîya locêstîk û dayîna çekan a Tirkîyê li bakûra Sûrîyê û di navbera bajarên Cerablos û Eizazê de destpê bû.