Çile 13, 2018 18:04 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkîyê çeperên hêzên kurd li bakûra Sûrîyê dan ber topan

Mêdyayên Tirkîyê ragihandin ku artêşa vî welatî çeperên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Efrînê li bakûra Sûrîyê dan ber topan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, kêmtir ji sietekê piştî axavtinên serokomarê Tirkîyê têkildarî hêzên kurd ên bakûra Sûrîyê, artêşa Tirkîyê çeperên hêzên hanê li Efrînê dan ber topan.

Receb Teyîb Erdogan serokoamrê Tirkîyê îro li axavtina xwe li navenda parêzgeha Elazigê gefa êrişa ser hêzên kurd ên sûrî kir.

Wî got: Ya ku me bi opêrasyona Mertala Firatê anî serê têrorîst û milîtanên cidatîxwaz, em ê li Idlibê jî bikin.

Ev gotina Erdogîn iaşreta ser opêrasyona hêzên dijberê dewleta Sûrîyê ya Mertala Firatê ye ku di Îlona sala 2016`an de bi piştgirîya locêstîk û dayîna çekan a Tirkîyê li bakûra Sûrîyê û di navbera bajarên Cerablos û Eizazê de destpê bû.