Çile 13, 2018 11:58 Asia/Tehran
  • Opêrasiyona artêşa Sûriyê li dijî têrorîstên bin piştevaniya Tirkiyê li Idlibê

Artêşa Sûriyê bi têkşikandina êrîşa koma têrorîst a bin sîvana piştevaniya dewleta Tirkiyê nasyar bi El Hizb El Tirkistanî, qala paşvekişiyana vê komê bo navçeya Xan Şêxûnê li derdora parêzgeha Idlibê kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, artêşa Sûriyê bi ragihandina têkçûna opêrasiyopna têketinê ya têrorîstên El Hizb El Tirkistanî (Partiya Tirkistanê) li derdora Helebê ragihand: ``Vê koma bin sîvana piştevaniya dewleta Tirkiyê bi hevkariya têrorîstên Bereya Nusreyê roja Îniyê ji du bereyan va dil hebû ku navçeya Xan Şêxûnê li derdora parêzgeha Idlibê dagir bike ku bi hişyariya hêzên sûrî piştî ku ziyanên giran ên malî û canî li wê ket, neçar ma ku paşve bikişe``.

Artêşa Sûriyê qala kuştin û birîndarbûna hejmareka zêde ya têrorîstan li vê şer û pevçûnê kir.

Artêşa Sûriyê ji çend mehan berî niha va bi armanca piştevaniya ji komên hevpeyman ên kurd, hin beşên bakurê Sûriyê bi taybet derdora parêzgeha Heleba vî welatî dagir kirine.

Sûriye eva zêde ji şeş salan e ku bi amadebûna komên çekdar û têrorîst weke DAIŞ û Cebheya Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçeyê va tên piştevanîkirin, tûşî qeyranî bûye; Lê bi pêşdaçûna artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê, piştî çend salan Sûriye li bereberê têkbirina diyardeya têrorîsmê ye.