Çile 12, 2018 20:42 Asia/Tehran
  •  Serketina artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê

Artêşa Sûriyê pênc gundên din li derdora parêzgeha Helebê ji lepên koma terorîstî ya bereya El-Nusre azad kirin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Sana Newsê, li encama êrişên  artêşa Sûriyê ser meqerên  terorîstên  bereya El-Nusre li derdora başûrê rojhilata  Helebê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û kelûmelên  wan ên eskerî jî hat têkbirin.

 El-Emîriyê, Ebûcilûs, Birc El-Sema, Tel Enber û Ebûebde ji wan  pênc  gundên  parêzgeha Helebê ne ku vê dawiyê ji lepên  terorîstan hatina azadkirin. Artêşa Sûriyê her wiha  roja çarşemiyê, şeş gund û bajarok li derdora  başûrê rojava Helebê ji lepên endamên bereya El-Nusre azad kirin.

 Bi pêşdeçûna  artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê,  kêmtir ji heft km  amne ku hêzêns ûrî li vê parzêgehê bighêjin hêzên ku li parzêgehên  Hemah û Idlibê bi cih bûne.

 Artêşa Sûriyê vê dawiyê li derdora  başûrê parêgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê jî bi işkesta koma terorîstî ya bereya El-Nusre kontrola hin mêhweran li vê parêzgehê bi  dest xistiye.

 Sûriye ji nêzîkî 7 salan  berî niha  di nava  şerê li hember komên  terorîstî de ye ku ji aliyê  Emerîka, Erebistan, Rejîma  Siyonîstî û hin  aliyên navçê ve piştgirî dibin.