Çile 12, 2018 13:36 Asia/Tehran
  • 70 terorîst li Idliba Sûriyê hatin kuştin

70 terorîstên Ehrarul-Şamê li derûdora bajarokê Etşanê li parêzgeha Idliba Sûriyê hatin kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Nivîsgeha bereya berxwedana îslamî ya El-Necbayî ragihand ku li şer û pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û terorîstên Ehrarul-Şamê li derûdora bajarokê Etşanê li parêzgeha Idlibê 70 terorîst hatine kuştin.

Li vî şerê tev terorîstan hêzên bereya berxwedana îslamî ya El-Necbayî jî alîkariya artêşa Sûriyê kirin.

Bingehên nûçan ragihandin ku 2 serkirdeyên terorîstan ser navê Ebû Sêyîf Kefer Uvêyîd û Îbrahîm El-Elyan Ebûrebî li şerê tev artêşa Sûriyê hatine kuştin.