Çile 11, 2018 17:53 Asia/Tehran
  • Agirbesa li Sûriyê 9 caran hat binpêkirin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê raghand ku aliyê rûsî yê komîsyona hevpar a Rûsiye-Tirkiyê, li 24 sietên buhurî 9 caran agirbes bin pê kirine û eva li halekê ye ku aliyê Tirkiyê li bara pênc caran binpêkirin agirbesê li parêzgehên Şam û Helebê agahî daye.

 Li gorî rapora Efkar Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja pênşemiyê raghand: Çavdêrên  rûsî li bara 9 caran binpêkirina  agirbesê li Sûriyê li 24 sietên  buhurî agahî dane.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê raghand ku aliyê rûsî yê komîsyona  hevpar a Rûsiyê-Tirkiyê, 9 caran agirbes li parêzgehên  Heleb, Lazqiyê, Hims û Şamê li 24 sietên buhurî tomar kiriye û eva li halekê ye ku aliyê Tirkiyê li bara pênc caran binpêkirina agirbesê li parêzgeha Şam û Helebê agahî daye.

 Navenda rûsî ya  Aşitiya Neteweyî li Sûriyê bi cihanîna  erkdariyên  mirovhezane li parêzgeha  Şamê zêde ji 2 ton  alîkariyên  xwarekê bo xelkê xwecî şandine. Pizîşkên  artêşa Rûsiyê jî li vê midehê alîkariyên  pizîşkî bo 22 xelkê sivîl li Sûriyê dabîn kirine.

 Karwanê alîariyên  mirovheziyê yên NY jî 240 ton  alîkariyên xwarekê û  kelûmelên  pêdivî ji bo xelkê parêzgeha Derayê şandine.