Çile 11, 2018 17:07 Asia/Tehran
  •  Kuştina bi dehan terorîstan li derdora Hemah û Idliba  Sûriyê

Hêzên artêşa Sûriyê li operasyona xwe li dijî terorîstên ser bi bereya El-Nusre li derdora Idlibê û Hemahê bi dehan kes ji wan kuştin.

 Li gorî rapora roja çarşmiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê El-Ehdê hêzên artêşa  Sûriyê û hevpeymanên  wê karîn di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora Idlibê li bakurê rojava vî welatî êrişa berfireh a endamên  bereya  El-Nusre û komên  telkildarê wê li navçên  Tel Exber, Tel Sekîk, ETşan, Tel Merq û Welxewînê li derdora başûrê rojhilata Idlibê bêencam bikin.

Çavkaniyên  meydanî raghandin ku hejmarek zêde ji terorîsên ser bi Ehrar El-Şam li kemîna  hêzên artêşa  Sûriyê li navça  Eşanê û zêde ji 50 kes ji wan yek ji serkirdeyên  wan bi navê Ebûsêyf Kefer Ewîd hatin kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê li rojên  derbasbûyî karîn ku  kontrola  çend gundan li derdora Idlibê bigrin destê xwe.

 Her wiha li  encama pevçûna  navbera hêzên artêşa  Sûriyê û terorîstan li derdora  bakurê rojhilata  Hemahê li rojava Sûriyê yek ji berpirsên  eskerî yên koma  nasiyar bi artêşa El-Nesrê bi navê Îbrahîm  El-Elyan ,  nasiyar bi Ebû Rebî bi derba gulleyên  hêzên artêşa Sûriyê hat kuştin.

  Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a komên  terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên  rojava û ereb ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  mudaileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû lê ev hewldan ji ber piştgiriya gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane.