Çile 11, 2018 08:46 Asia/Tehran
  • Serdestîya artêşa Sûriyê ser balefirgeha eskerî ya Ebûzihûrê li Idlibê

Artêşa Sûriyê karî ku kontrola balefirgeha eskerî ya Ebû Zihûrê li derdora Idlibê bigre destê xwe.

 Li gorî  rapora IRIB Newsê, komên  terorîstî yên bicihbûyî li parêzgeha Idlibê diyarkirin, hêzên artêşa Sûriyê balefirgeha eskerî ya  Ebûzehûrayê xistin bin kontrola xwe. Ev balefirgeh ku ketiye derdora Idlibê zêde ji 20 salan  di  kontrola koma  Tehrîr El-Şamê de bû.

 Hatiye gotin ku bi kontrola  balefirgeha eskerî ya Ebû Zihûrê li abşrê parêzgeha  Idlibê li bakurê rojava  Sûriyê ji aliyê hêzên artêşa vî welatî,  terorîstên li navça rojhilata vê balefirgehê hatine dorpêç kirin.

 Hêzên artêşa Sûriyê pêştir  li çarçoveya  dewama  operasyona  xwe li dijî terorîstan karîn ku  kontrola 11 gundan li derdora Idlibê bigrin destê xwe.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê ji zarê Meyadînê, navenda  raghandina nûçeyên cengê ya Sûriyê raghand: Artêşa Sûriyê piştî pevçûna bi endamên  terorîstên ser bi bereya  El-Nusreyê karî ku kontrola van gundan  li derdora  Idlibê bigre destê xwe.

 Parêzgeha  Idlibê meqera sereke ya komên  çakdar û neyarê sûrî ye ku heya niha  gelek xisar li navçeyên  curbicure vê parêzgehê xistine.