Kanûn 08, 2017 15:11 Asia/Tehran
  • Piştî girtina bajarê Reqê bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê ji vî bajarî hatin derxistin

Berdevkê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ber piştgiriya Amerîkayê ku xwe radestî hêzên Tirkiyê kiriye, got: Piştî girtina tam a bajarê Reqê li bakûrê Sûriyê û anegorî hevhatina ku Amerîkayê pişta wê girt, jibo bi hezaran kes ji endamên DAIŞ`ê îzn hate dayîn ku ji vî bajarî derkevin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Telal Silo, berdevkê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), piştî ku ji vê komê veqetiya û xwe radestî hêzên Tirkiyê kir, roja pêncşemiyê li gotûbêja bi Reuters`ê re anî ziman ku di navbera HSD û DAIŞê de lihevketinek pêk hat ku bi sedan endamên wê grûpa terorîst bikarin ji Reqayê derkevin û Amerîkayê jî piştgirî da wê hevhetinê. Wî di vê çarçovê de got: Piştî ku bajarê  Reqê hat azadkirin, jibo bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê îzn hate dayîn ku vî bajarî biterikînin.

Eva li halekê ye ku wê demê hate gotin HSD, bi giranî bi terorîstên DAIŞ`ê re şerr dike.

Berî viya Silo li hevpeyvîna bi mêdya, li xwe mukur hatibû ku Amerîkayê li Sûriyê berjewendiyên xwe yên stratêeîk hene û gotibû li gorî hevhatina di navbera Kurdên navçeyên bakûrî yên Sûriyê û Amerîkayê de, kêmtir ji 300 terorîst Reqe terikandine lê wî duh hejmara terorîstên ku ji Reqê derketine bi hezaran kes da zanîn.

Li gorî gotina Silo, rayedarekî amerîkî li hevdîtina bi fermandeyekî HSD`ê, hevhatina jibo derketina terorîstan piştrast kiriye.

Rayedarên amerîkî gotinên Telal Silo, nerast û xalifandî dane zanîn, lê rayedarekî Tirkiyê li hevpeyvîna bi Reuters`ê re gotinên wî piştrast kirine û HSD û PYD jî gotinên Silo şantajên tirkan dane zanîn û gotine ku Tirkiyê û MITê metnek ji Silo re amade kirine da ku ji ser wê biaxive û gotinên Silo heman tişt dane zanîn ku rayedarên tirk jê xwestine..