Kanûn 07, 2017 18:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê hin nemaye endamên herî dawîn ên DAIŞ`ê li Badiyê dorpêç bikin

Kêmtir ji 10 kîlometre mane ku artêşa Sûriyê, endamên herî dawîn ên koma terorîst a DAIŞ`ê li Badiyê dorpêç bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, berpirsên artêşa Sûriyê, roja çarşemiyê ragihandin artêş û hêzên Berxwedanê li ser bajarokên El Cela, Remadî, Meslexe, Berhûm û Til El Beniyê li başûrê rojhilata Dêrazorê serdest bûn.

Hêzên artêşa Sûriyê, bi vê pêşveçûnê re gihîştine kêmtir ji deh kîlometriya hêzên ku li navçeya El Hemdan a li bakûrê bajarê Bûkemalê bi cih bûne. Eger ku ev hêzane xwe bigihînin hêzên li navçeya El Hemdanê, wê dorpêçkirina terorîstên herî dawîn ên DAIŞ`ê li Badiyeya Sûriyê, bikemile.

Artêşa Sûriyê herwiha karî piştî jinavbirina koma herî dawîn a terorîstên Cibhet-ul-Nusreyê li dorhêla başûrê rojavaya Şamê, kontrola girikê stratejîk ê Şehabê li vê navçeyê bigire destê xwe.

Di encama vê operasyonê de hejmarek ji terorîstan û serkirdeyên bereya El Nusreyê jî hatin kuştin.

Artêşa Sûriyê herwiha rojavaya çemê Firatê heta sînorên Iraqê azad kirin.

Artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê piştî pevçûna bi koma terorîst a DAIŞ`ê re, gund û bajarok û navçeyên ber bi perrava rojavaya Çemê Firatê azad kirin. Piştî azadiya Perrava Rojavaya Çemê Firatê, riyên sînorên Iraqê heya bajarê Dêrazorê bi tamî azad bûn.

Di encama vê operasyonê de hejmareka zav a terorîstan ji nav çûn û alav û çekên wan jî hatin rûxandin.

Rûsya jî bi dawîhatina operasyona leşkerî ya li her du aliyên Çemê Firatê li Sûriyê, ragihand. Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê bi dawîhatina operasyona leşkerî ya li her du aliyên Çemê Firatê li Sûriyê, ragihand û got: Qonaxa din a alûgorên Sûriyê, birêveçûna hilbijartinên serokomartî û parlimanî ye.

Di eynî demê de, serokê komîsyona berevaniyê ya Meclisa Dûmaya Rûsyê, ragihand: Du bargehên leşkerî yên Rûsyê li Hemîmîm û Tertûsa Sûriyê, piştî bi dawîhatina operasyona leşkerî ya li vê navçeyê, karên xwe berdewam bikin û wê berfireh jî bibin. Wî got: Jibo pêkanîna asoyeka berfireh a bona hebûna Moskovayê li vê navçeya bê istiqrar û ne aram, wê îmkanên li her du bargehên Rûsyê li Sûriyê, zêde bibin.