Mijdar 15, 2017 09:45 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: ``Armanca pêkanîna qeyranê li Sûriyê bişûndahiştina welatên navçeyê ye``

Serokomarê Sûriyê Sêşemiyê bi şev destnîşan kir ku armanca pêkanîna şerr û qeyranê li Sûriyê bişûndahiştina welatên navçeyê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, li civîna ``Sekinîna li hemberî hevpeymaniya amerrîkî-siyonîstî-paşverû û piştgiriya ji Berxwedana gelê Filistînê`` li Şamê her wiha got ku dijmin dixwazin welatên navçeyê di xizmeta berjewendiyên enstîtûpyên malî yên welatên mezin di bin rêbertiya Amerîkayê da bin``.

Li vê civînê hin nûnerên partî û kesayetiyên neteweyî yên Sûriye, Libnan, Filistîn, Yemen, Urdin, Misr, Iraq, Cezayîr, Behrêyn û Morîtaniyê beşdar in. Ev civîn îro yanê Çarşemiyê jî dê were domnandin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa  berfireh a grûpên terorîstî yên  ku Erebistan , Emerîka û hevpeymanên  wan  ji wan Tirkiye  piştgiriya wan dikin jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye.