Mijdar 14, 2017 20:47 Asia/Tehran
  •  Wezareta karên derve ya Sûriyê daxwaza derketina destxwe ya eskerên  emerîkî ji axa vî welatî kir

Wezareta karên derve ya Sûriyê daxwaza derketina destxwe û bêyî şert a eskerên emerîkî ji axa vî welatî kir.

 Li gorî rapora SANA Newsê,rayeadrekî berpirsiyar li wezareta karên derve ya Sûriyê roja sêşemiyê diyar kir: Hebûna hêzên  emerîkî û her hêzeke biyanî ya din bêyî  îzna  dewleta  Sûriyê, dijminatî û destdirêjiya eşkere ser hakimiyeta  neteweyî ya Sûriyê û binpêkirina  eşkere ya  manîfest û qanûnên  NY ye.

Vê çavkaniyê her wiha  li gotûbêja  bi SANA Newsê re  got: Dewleta Emerîkayê tim îdia  kiriye ku hêzên  wê bi armanca  rawestana li ber koma terorîstî ya  DAIŞê ku li saya fîdakariyên  artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê, nefesên xwe yên dawiyê dikşîne li axa Sûriyê de ne û niha  girêdaykirina  hizûra Emerîkayê bi çareserkirina  qeyrana Sûriyê mehneyek  jibo ev hizûra  neqanûnî ye.