Cotmeh 13, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna artêşa Sûriyê li bajarê El Meyadînê

Hêzên artêşa Sûriyê operasyona xwe ya leşkerî dijî pêgehên koma terorîst a DAIŞ`ê li mêhwera dorhêla başûrê rojhilata bajarê El Meyadînê giran kirin.

Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA), hêzên artêşa Sûriyê karîn kontrola gundê El Teyibeyê bigirin destê xwe û li taxên bajarê El Meyadînê ji mêhwera rojavayî û tam li taxa El Belûmê û navçeya pêşeyî û El Medacinê pêşva herin û hin teroîstên DAIŞ`ê bikujin û alavên wan ên leşkerî û pêgehên wan ji nav bibin.

Artêşa Sûriyê herwiha pêgeh û alavên DAIŞ`ê li du bajarên Muhesen û El Meyadînê û gundên Qers, El Cenîne, Husêniye, Hetle, Seilo, Zebyan û gundên din ên navçê ji nav birin.

Li gorî nûçeyeka din balafirên cengî yên hêza hewayî ya Sûriyê jî hin êrişên giran dijî pêgehên endamên DAIŞ`ê li dorhêla rojava ya şamê cih anîn.

Hêzên heweayî yên Sûriyê li êrişên xwe yên herî nû dijî pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navçeyên Mexer El Mîr, Zehr El Eswed ku ketiye dorhêla zewiyê Beyt Cinê li dorhêla rojavayî ya Şamê û ketiye kêleka bilindiyên dagîrbûyî yên Gewlanê dane ber bombeyan.

Hêzên artêşa Sûriyê herwiha depoyeka DAIŞ`ê li navçeya Rebîeyê ku ketiyw dorhêla rojhilat a Humsê peyda kirin ku têde 100 cure madeyên sereke yên kîmyewî û alavên têkildarî wan hebûn.