DAIŞ li bajarê Meyadîn ê Sûrîyê hat dorpêçkirin
Cotmeh 13, 2017 12:53 Asia/Tehran
Bi pêşdeçûna artêşa Sûrîyê, têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Meyadîn li parêzgeha Dêrezorê hatin dorpêçkirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), hêzên artêşa Sûrîyê opêrasyona dijî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li mêhwera derdora başûra rojhilata şarê Meyadînê li rojhilata Sûrîyê dijwar kirin û di encamê de karîn gundê Teyibê bêxin bin kontrola xwe û li taxên şarê Meyadînê ji mêhwera rojava ve pêşde herin.
Li gorî vê raporê, di encama vê opêrasyona hêzên artêşa Sûrîyê de hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û gellek alav û cebilxanên wan jî hatin jinavbirinê.