Cotmeh 13, 2017 10:18 Asia/Tehran
  • Dewama cinayetên hevalbendîya amerîkî li Sûrîyê/35 sivîl hatin kuştinê

Di encama êrişa hevalbendîya navnetewî ya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serkirdetîya Amerîkayê ser bajarê Reqê de ku şeva buhurî pêk hat, 35 welatîyên sûrî hatin kuştinê.

Li gorî rapora PressTV`yê, di encama vê êrişê de hejmarek sivîl jî birîndar bûn. Hevalbendîya qaşo navnetewî dijî DAIŞ`ê roja çarşemê jî di encama êrişa li Reqê de bi dehan welatîyên sûrî kuştin.

Koma çavdêr a bi navê Airwars`ê ku êrişên hevalbendîya qaşo navnetewî ya dijî DAIŞ`ê dişopîne, vê dawîyê ragihand ku zêde ji 3 hezar sivîl ji sala 2014`an ve heta niha li Iraq û Sûrîyê bûne gorîyê êrişên hewayî yên hevalbendîya amerîkî.