Cotmeh 13, 2017 09:48 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara kuştîyên êrişên têrorîstî yên DAIŞ`ê li Hesekeya Sûrîyê

Hejmara kuştîyên êrişa têrorîstî ya DAIŞ`ê ku şeva buhurî li rojhilata Sûrîyê qewimî, giheşte 65 kesî.

Li gorî rapora malpera 24`ê, 2 maşînên bombekirî şeva buhurî li devera Ebûfasê li nêzîkî sînorê parêzgehên Dêrezor û Hesekê hatin teqandinê. Herwiha 2 xwekujan jî bi awayekî hevgav êlegên teqandinê yên bi xwe va li nav koma awareyên sûrî ku ji Dêrezorê bera xwe dabûn Hesekê, teqandin.

Berî vîya hatibû ragihandin ku di encama van êrişên teqandinê de 50 kes hatine kuştinê. Pirranîya gorîyan jin û zarok in.