Cotmeh 11, 2017 20:35 Asia/Tehran
  • Li Reqayê şer giran e, 17 terorîstên DAIŞ`ê û 2 şervên HSD`ê hatin kuştin

Di şerên giran ku li navenda Reqayê de dewam dike de, 17 terorîstên DAIŞ`ê û 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin kuştin.

Operasiyona Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe ve didome. Li derdora nexweşxana Wetenî, çerxeriya Neîm û goristana bajêr di navbera şervanên HSD û terorîstên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervan li van deveran derbên giran li terorîstan xistin.

Terorîstan li nêzî goristana bajêr hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku her du wesayît bighêjin armaca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

Di şerê li derdora goristana bajêr de 17 terorîst hatin kuştin û hêjmarek zêde ji çekên terorîstan ketin destên şervanên HSD`ê.

Her wiha di şerê li vê derê de 2 şervên HSD`ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Şerê li Reqayê hîn bi dijwarî berdewam dike.