Îlon 17, 2017 18:52 Asia/Tehran
  • Berfirehbûna kemenda ewlehiyê li derûdora balafirgeha Dêrezorê

Artêşa Sûriyê li dewama serketinên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê kemenda ewlehiyê li derûdora balafirgeha Dêrezorê û gundê El-Cefreh zêdetir kir û navçên nû yên din jî li derûdora Dêrezorê ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Artêşa Sûriyê li dewama serketinên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê îro yekşemê operasiyoneke berfireh dijî terorîstên DAIŞ`ê li aliyê rojhilata Dêrezorê destpê kirin ku ji ber vê operasiyonê gelek terorîst li vê navçê hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li dewama serketinên artêşa Sûriyê li başûra balafirgeha Dêrezorê, gundên Hewîce El-Meriyiye û derûdora wê tam kete destê artêşa Sûriyê.

Artêşa Sûriyê li dewama van serketinên xwe karîn gundê steratijîke El-Cifreh li bakûra balafirgeha Dêrezorê jî ji destê terorîstan derxîne,

Hatiye ragihandin ku ji ber van serketinên artêşa Sûriyê li derûdora Dêrezorê, terorîstên vê navçê ketine nav şeperzetî û perîşaniyê.

li gor raporeke din ji Sûriyê, hêzên artêş û hêzên hevpeymanên vî welatî dewamê didin pêşketinên xwe li Dêrezorê û girka El-Kerî jî ji destê terorîstan azad kirin.