Rêketinên Sûriyê li Astanê bû naveroka gotinên Lavrov û Têlirson
Wezîrê karên derve yê Amerîka û Rûsiyayê li gotûbêjên xwe yên telefûnî li ser naveroka rêketinên navbera Têhran, Enqerê û Moskovayê yên dewra şeşan a civîna Astanê li bara Sûriyê axivîn.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê û Rêks Têylerson wezîrê karên derve yê Amerîka li gotûbêjên xwe yên îro yekşemê ji riya telifûnê li bara xebata dijî terorîzmê, îcrabûna rêketinên bi desthatî li civîna şeşane Astanê û amadekariyên gotûbêjên sûrî-sûrî li Genevayê di bin çavdêriya Stefan Dîmêstora nûnerê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê axivîn.
Dora şeşan a gotûbêjên Astanê ku ji pêncşemiya bihurî destpê bû û îniyê jî kuta bû hemû aliyan gotûbêjê têda hazir bûn.
Li muzakirên Astanê heya niha sê navçeyên ewleh li navçên başûrê rojava Sûriyê mîna Dera û Quneyterê, Xûta rojhilat li parêzgeha Rîfa Şamê û Himsê li rojava Sûriyê pêk hatine.
Civîna Astanê bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îarnê, Rûsiye û Tirkiyê ji dawiya Çileyê li bajarê Astana paytexta Qezaqistanê jibo agirbesê û kutakirina şerê Sûriyê destpê bûye.
Ji sala 2011 ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed sernixûn bikin lê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê.