Îlon 17, 2017 16:57 Asia/Tehran
  • Tevlîbûna grûpa çaran a hêzên xwebexş ên Hesekê nav artêşa Sûriyê ji bo şerê dijî terorîsmê

Grûpa çaran a hêzên xwebexş ên Hesekê bona şerê dijî terorîstan tevlî artêşa Sûriyê bû.

Li gor rapora IRIB News`ê, Grûpa çaran a hêzên xwebexş ên bajarê Qamîşlokê ku dikeve parêzgeha Hesekê bona şerê dijî terorîstan tevlî artêşa Sûriyê bûn û çûne Hums li rojava û Dêrezorê li rojhilata Sûriyê.

Hêzên xwebexş bal kişandin ser pêbendiya bi dewleta Sûriyê hetanî azadiya tam a axa vî welatî ji destê terorîstan û ragihandin: Hesekê û eşîretên vî bajarî pişkek ji hêzên sûrî ne û bona parastina axa Sûriyê canê xwe fîda dikin.

Pêştir jî nîzikî hezar kesên çekdar ji wan 7 qumandên meydanî yên Hesekê bona şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê tevlî artêşa Sûriyê bûbûn.