Îlon 14, 2017 14:42 Asia/Tehran
  • Pentagon bi bihayê 2 milyar dolaran çekan ji hevpeymanên xwe yên Sûriyê re dişîne

Li gor rapora OCCRP ku tacirê rîskbaz ê navdar ê Amerîkî George Soros sponsoriya wê dike, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji diravê zimhêr ê destê dewletê 2 milyar dolar ji bo ku çekan ji muxalîfên dewleta Sûriyê re dabîn bike terxan kiriye.

Di rapora rêxistinên OCCRP û BIRNê de tê gotin, Pentagonê pêşî ji bo dabînkirina çekên cureyên Yekîtiya Sovyetê bi welatên Balkan û Rojhilatê Ewropayê re pêwendî çêkirine, lê ji ber ku nekariye bi qasî têr bike çekan dabîn bike, berê xwe daye bazirganên çekan ên li welatên Kazaxistan, Gurcistan û Ukraynayê.

Di raporê de tê destnîşankirin ku Pentagon li ser du kanalan çekan dikire yek jê SOCOM a Fermandariya Operasyonên Taybet e, ya din jî saziya Picatinny Arselan a li New Jerseyê ku navenda zanist, lêkolîn û hilberînê ye.

Çekên ku bi riya hewayî ji Ewropayê bi ser Tirkiye, Urdin û Kûweytê ve têne şandin jî piştre bi balafirên barhilgiriyê yên Amerîkî bo hevpeymanên Amerîkayê yên li bakur û başûrê Sûriyê têne şandin.

Di raporê de hatiye gotin ku kirîna bi tomerî ya çekan li meha Îlona 2015an li heyama serokomariya Barack Obama destpê kiriye.

Tê çaverêkirin ku Amerîka bi giştî bi bihayê 2.2 milyar dolar çekan bigihîne hevpeymanên xwe yên li Sûriyê.