Lidarxistina şeşemîn civîna Astanê jibo çareseriya qeyrana Sûriyê
Şeşemîn civîna Astanê îro pênşemiyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê bi çavdêriya Îran, Rûsiyê û Tirkiyê li paytexta Qezaqistanê tê lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, avakirina navça çaran a ewleh li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê mijara sereke ya dewra şeşan a civîna sûrî li Astanê ye.
Nûnerên dewleta Sûriyê, koma nasiyar bi artêşa azad bi nûneratiya ji neyarên Sûriyê, wezîrê karên derve yê Qezaqistanê wek mazûvan, taximek ji NY û nûnerên çend welatên çavdêr li şeşemîn dewra muzakirên Astanê beşdarî kirine.
Îran, Rûsiye û Tirkiye wek welatên damezrêner û piştgirê muzakirên Astanê li vê dewrê mîna pênc dewerên din rola sereke dilîzin.
Huseyn Cabiriyê Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tev taxiam îranî û Sadat Onal alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê li vê civînê beşdar bibin. Elêksandir Lawrêntîv nunerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê jî dê sergêriya taxia rûsî bike.
Li muzakirên Astanê heya niha sê navçeyên ewleh li navçên başûrê rojava Sûriyê mîan Dera û Quneyterê, Xûta rojhilat li parêzgeha Rîf Şamê û Himsê li rojava Sûriyê pêk hatine.
Civîna Astanê bi muzakirên Komara Îslamî ya Îarnê, Rûsiye û Tirkiyê ji dawiya Çileyê li bajarê Astanê paytexta Qezaqistanê jibo agirbesê û kutakirina şerê Sûriyê destpê bûye.