Kuştina bi dehan xelkê sivîl li encama êrişên hevalbendiya emerîkî ser Sûriyê
Zêde ji 20 xelkê sivîl li bajarê Reqa û Dêrazora Sûriyê li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya emerîkî ya qaşo li dijî DAIŞ`ê hatin kuştin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Trend newsê, herîkêm 11 kes ku pirniya wan jin û zarok bûn, nêzîkî Reqayê û 11 kesên din ku li bakurê Dêrazorê bûne goriyê êrişên hevalbendiya emerîkî.
li gorî vê raporê, ev êriş hin xisar li avahî û binavahiyên van d bajaran jî xistiye.
Koma eskerî a Îrwarêzê ku êrişên hevalbendiya qaşo navneteweyî li dijî DAIŞê bin fermandetiya Emerîkayê bo Iraq û Sûriyê dişopîne , vê dawiyê raghand: Nêzîkî 3 hezar kesên sivîl ji sala 2014`an heya niha li encama êrişên hewayî yên hevalbendiya emerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.
Emerîkayê li salên derbasbûyî bicaran bi mehneya rawestana li hember komên terorîstî êrişî ser xelkê sivîl li Sûriyê û Iraqê kiriye.
Hevalbendiya qaşo li dijî DAIŞê li serdema serokkomariya Obama bi armanca qaşo rawestana li ber terorîstên bicihbûyî li Iraq û Sûriyê pêk hat. Eva li halekê yeku li gorî raporên fermî, Emerîka û şirîkên rojavayî û erebî yên vî welatî ji pêkhêner û alîgirên sereke yên aborî û çek û sîlehî yên komên terorîstî ji van DAIŞê tên hejmarê.