Îlon 13, 2017 12:12 Asia/Tehran
  • Taxima Karzaniyê ya Îranê bona beşdariya li gotûbêjên Aştiya Sûriyê gihîşte Astaneyê

Taxima Karzaniyê ya Îranê ji bo bveşdariya li Şeşemîn dora Gotûbêjên Aştiya Sûriyê li bajarê Astaneya Qezaqistanê, gihîşte vî bajarî.

Li gorî rapora IRIB News`ê, taxima Karzaniyê ya Îranê ji roja Çarşemiyê va civînên xwe yên dualî û sêalî digel nûnerên welat ên Rûsiye û Tirkiyê li çarçova Şeşemîn dora Gotûbêjên Aştiya Sûriyê li bajarê Astaneya Qezaqistanê dest pê dike.

Gotûbêjên karzaniyê li bara çareseriya qeyrana Sûriyê ji sibê anku Pêncşemiyê va û civîna sereke ya Şeşemîn dora Gotûbêjên Aştiya Sûriyê li bajarê Astaneya Qezaqistanê dê were lidarxistin.

Husêyn Cabirî Ensarî, Cîgirê ereb î ûAfrîqa yê wezîrê karên derve yê Îranê û sergêrê taxima îranî ya beşdar li gotûbêjên Aştiya Sûriyê jî roja Pêncşemiyê dê here Qezaqistanê.

Heta niha pênc dorên gotûbêjên di asta bilind da li bajarê Astaneyê bi amadebûna taximên dewleta Sûriyê, dijberên çekdar ên ku peymana agirbesa giştalî pejirandine û welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wek misogerkirên Aştiyê li Sûriyê, hatine lidarxistin.

Ev gotûbêj bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiye û Tikriyê bi armanca pêkanîna Aştiyê li Sûriyê hatiye plandarêştin.