Dewama pêşdaçûna artêşa Sûriyê li dijî têrorîstan li Dêyrezorê
Yekîneyên artêşa Sûriyê bi berfirekirina serdestiya xwe li derdora başûrê rojhilata Dêyrezorê (rojhilata Sûriyê) ziyanên giran ên malî û leşkerî li têrorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê xistin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, yekîneyên artêşa Sûriyê êvara Sêşemiyê opêrasiyoneke giran li derdora gundên Cefreyê li başûrê rojhilata Dêyrezorê cih anîn û bereya serdestiya xwe li derdora cihên rûniştinê û baregehên leşkerî yên vî gundî befiretir kirin.
Ev opêrasiyon hevdem digel êrîşên esmanî yên artêşa Sûriyê li ser baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li gundên Cenîne, Eyaş, Bexîliye, Hetle, Hevîqe û Mebar Cefreyê pêk hat û di encamê da gellek ji erebeyên têrorîstan ji nav çûn û gellek ji wan jî hatin kuştin.
Artêşa Sûriyê roja 5`ê Îlona 2017`an dorpêça bajarê Dêyrezorê li rojhilata vî welatî ku ji derdora sê salan berî viya va di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê da bû, işkand û kontrola firokexaneya leşkerî ya vî bajarî girte destê xwe.
Her wiha hêzên sûrî li opêrasiyoneke Kemînê 25 têrorîstên DAIŞ`ê li Wadî Xeybê nêzikî navçeya Seinê li Selmiyeya parêzgeha Hemahê hevrê digel hejmareke çek û amorên leşkerî girtin.
Opêrasiyona artêşa Sûriyê ji bo paqijkirina navçeya Hemahê li rojavaya Sûriyê bûye sebeb ku pirraniya bajarok û gundên bin kontrola têrorîstên tekfîrî bên azadkirin û ziyanên giran ên malî, canî û leşkerî li wan keve û ewna ber bi başûrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê va birevin.