Îlon 12, 2017 18:20 Asia/Tehran
  • Ji sedî 85`ê axa Sûrîyê di destê hêzên dewleta vî welatî de ye

Fermandarê hêzên Rûsyayê li Sûrîyê ragihand ku tenê nêzî ji sedî 15`ê axa Sûrîyê di destê DAIş`ê de maye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, general Alêksandêr Lapîn serokerkanê hêzên çekdar ên Rûsyayê li Sûrîyê tekez kir: Mideha hefteyekê de, 8 navçên xelknişîn ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Eqîrbatê li derdora Hemayê hatin azadkirin.

Lapîn tekez kir: Piştî azadkirina bajarokê Eqîrbatê bi destê artêşa Sûrîyê, hemî xetên gîhandina alîkarîyan bo DAIŞ`ê li vê deverê hatine girêdanê û artêşa Sûrîyê paqijkirina deverê ji çekdarên DAIŞ`ê li bakûr û rojavaya vê navçeyê didomîne.

Vî rayedarê Rûsyayê li Sûrîyê herwiha ragihand: Artêşa Sûrîyê kêm maye ku têrorîstên DAIŞ`ê ku li bakûr û başûra Dêrezorê hatine dorpêçkirinê, têk bibe.

General Alêksandêr lapîn serokerkanê hêzên çekdar ên ûris li Sûrîyê tekez kir: Niha tenê 27 hezar kîlomêtir j iaxa Sûrîyê di destê DAIŞ`ê de maye.

Hêzên Sûrîyê û têkoşerên mêhwera berxwedanê karîn di rojên vê dawîyê de bi paşdebirina têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgehên Hums û Dêrezorê dorpêça vî şarî bişkênin û gellek bîrên niftê bêxin bin kontrola xwe.

Ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA) jî bi weşandina hin wêneyan ji Dêrezorê ragihand ku piştî işkandina dorpêça Dêrezorê, jîyan vegerîyaye kolan û deverên curbicur ên vî şarî.

Wêne û dîmenên ku SANA NEWS`ê weşandine nîşan didin ku niştecihên Dêrezorê jîyana xwe ya asayî didomînin û welatî li kolanan hatin û çûyînê dikin û xwaringeh û dikan careka din hatine vekirinê.

Karwanê alîkarîyên insandostîyê ku nêzîkî 700 ton xwarek digire ber xwe, duh giheşte Dêrezorê ta ku di navbera niştecihên deverên rojhilat û rojava û gundê Cefrê bên belavkirin.