Îlon 12, 2017 17:44 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst ji ber gotinên Feysel Miqdad

Piştî ku Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê, ragihand ku serketina vî welatî li hemberî têrorîsma ku welatên rojavayî û hin welatên navçê pişta wê digirin vebirr e, wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst gef li dewleta Şamê xwar.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Avîgdor Lîbermen wezîrê şêrr ê Rêjîma Sîyonîst wek berteka li hemberî nerazîbûna alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê li hemberî Rêjîma Sîyonîst têkildarî bezandina sînorê hewayî yê wî welatî li devera Mesyafê, got ku nabe Şam dest bi ceribandina Telavîvê bike ji ber ku yê bibe sedema pevçûnê.

Balafirên cengê yên Israîlê pêncşema buhurî êrişî baregeheke artêşa Sûrîyê li devera Mesyafê li derdora parêzgeha Hemayê kirin ku di encamê de 2 esker hatin kuştinê û xisar li vê baregehê ket.

Wezareta karên derve ya Sûrîyê jî li nameyên cida jibo sêkrêtêrê giştî yê NY û serokê dewrê yê Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê, êrişa balafirên cengê yên Rêjîma Sîyonîst ser baregeha artêşa Sûrîyê li parêzgeha Hemayê şermezar kir û ragihand: Êrişên hewayî yên vê rêjîmê bûne şêwazek jibo piştgirîya ji têrorîstan ji wan ên DAIŞ û Cebhetunusrê.