Îlon 12, 2017 17:35 Asia/Tehran
  • Dorpêçkirina têrorîstan li bakûra Dêrezora Sûrîyê

Mêdyayên sûrî ragihandin ku ti deverek bilî taxên bakûr ên Dêrezorê di destê DAIŞ`ê de nîne û têrorîst ji alîyê hêzên artêşa Sûrîyê ve hatine dorpêçkirin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, çavkanîyên sûrî herwiha ragihandin ku hêzên çekdar ên Sûrîyê yê bi zûtirkê opêrasyona dijî têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Dêrezorê dest pê bikin û arêtşa Sûrîyê li bereyên bakûr û başûra vî şarî li ber serketina tam a li hemberî DAIŞ`ê ye.

Artêşa Sûrîyê û hêzên berxwedanê herwiha devera rojhilat a Dêrezorê û derdora balafirgeha vî şarî paqij kirin.

Wezareta berevanîya Rûsîyê jî ragihand ku artêşa Sûrîyê têrorîst ji sedî 85`ê axa vî welatî derxistine û rêya gîhandina alîkarîyan bo têrorîstên DAIŞ`ê li Eqîrbatê jî hatîye girêdanê.

Ji hêla din ve artêşa Sûrîyê û hevpeymanên wê hewldana têrorîstên Cebhetunusrê jibo têketina nav devera Core Cehaşê li derdora başûra Helebê bêencam kirin û hejmarek ji wan kuştin.