Îlon 12, 2017 17:34 Asia/Tehran
  • Jinavbirina 180 çeperên DAIŞ`ê li Hemaya Sûrîyê

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê ragihand ku 180 çeper û baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li bajarokê Eqîrbatê li derdora Hemaya Sûrîyê hatin jinavbirinê.

Li gorî rapora kanala Rusia Tudeyê, wezareta berevanîyê ya Rûsîyê îro ragihand, li vê opêrasyonê rêyên gîhandina alîkarîyan û şandina çek û rextan jibo têrorîstên DAIŞ`ê li Eqîrbatê hatin birrînê.

Li gorî vê raporê, Alêksandêr Labîn fermandeyê hêzên ûris li Sûrîyê got: Balafirên cengê yên Rûsîyê duh jibo piştgirîya pêşdeçûna hêzên artêşa Sûrîyê li Eqîrbatê zêde ji 50 carî rabûn esmîn û di encamê de nêzî 180 çeper û navendên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin jinavbirinê.