Îlon 12, 2017 13:31 Asia/Tehran
  • Êrişa hevalbendiya amerîkî ser karwana hêzên artêşa Sûriyê

Firokên şerî yên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka karwanekî artêşa Sûriyê li rojhilata vî welatî kirine hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora IRIB News`ê, Firokên şerî yên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka karwanekî artêşa Sûriyê li nîzikiya meydana niftî ya El-Teyêm li rojhilata Dêrezorê li rojhilata vî welatî kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber van êrişan hinek ji eskerên sûrî hatine kuştin û çend erebeyên van hêzên eskerî jî hatine şewitandin.

Hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka pêştir jî li nav axa Sûriyê êrişî ser hêzên sûrî û hevalbendiya vî welatî kirine.

Ji çaxê ku Donald Trump serokkomarê Amerîka qudret li vî welatî girt, her car ku hêzên artêşa Sûriyê li hemberî terorîstan serketinek anîne dest, hevalbendiya amerîkî bona piştevaniya jhi terorîstan êrişî ser pêgehên artêşa Sûriyê kirine.

Êrişa hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê ser karwana artêşa Sûriyê û hevalbendên sûrî li halekê cih hatiye ku hêzên sûrî û hevalbendên wan 5 Îlona 2017 karîn dorpêça Dêrezorê bişkênin û balafirgeha eskerî ya vî welatî kontrol bikin.