Tebax 13, 2017 21:03 Asia/Tehran
  • Guhestina  terorîstan ji Ersala Lubnanê  bo Qelemûna  Sûriyê

Guhestina nêzîkî 350 kesên çekdar û hin penaberên sûrî ji bilindahiyên Ersalê li rojhilata Lubnanê bo navça Qelemûna rojava Sûriyê destpê bûye.

 Li gorî rapora IRIB Newsê,  û ji zarê televîayona  Meyadînê, ûtûbûsên ku terorîst û kesên çekdar ên ser bi koma nasiyar bi Seraya Ehlê Şam`` ji Ersalê diguhezînin  navça Sehl El-Rehwe li rojhilata Lubnanê  dughezînin û paşê diçin  Sûriyê, roja yekşemiyê gihêştine vê navçê.

 Biryar bû karê guhestina  van kesana  du rojên buhurî cih were lê ji ber pirsgirêkên  locêstîkî û çawaniya  guhestina  wan paşde ket.

 Kesên çekdar koma Seraya Ehlê Şamê ku ser bi koma nasiyar bi artêşa azad a Sûriyê ne li kêleka  terorîstên  bereya Nusre li çiyayên  Ersalêhizûr hene lê bi destpêbûna  operasyona  hêzên berxwedanê li vê navçê daxwaza agirbesê kiriye û hêzên xwe guhestine  navça Wadî Hemîdê li çiyayên  Ersalê.

 Pêştir jî bi serketina  hêzên berxwedanê li navça Ersala Lubnanê, terorsîtên  bereya El-Nusre ku hejmara wan neh hezar kes bû ji navça  Wadî Hemîdê ya Lubnanê hatine guhestin bo parêzgeha Idliba  Sûriyê.