Tîrmeh 17, 2017 19:59 Asia/Tehran
  • Pêşdeçûna artêşa Sûriyê li parêzgeha Reqayê

Artşa Sûriyê hin navçeyên nû li parêzgeha Reqayê li bakurê vî welatî ji kontrola grûpa tekfîrî ya DAIŞ`ê derxistin.

 Li gorî rapora  îro ya IRNA`yê, navenda raghandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê raghand: Yekînên artêşê li dewama  paqijkirina navçeyên  rojhilata vî welatî, gundê Zemleya rojhilat, îzgeha pompajê û meydana  gazê ya El-Zemleyê û meydana niftê ya El-Fehdê li başûrê Reqayê paqij kirin.

  Li encama vê operasyonê bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin, du tank, trimbêleke bombekirî û çar trimbêlên  tîrbarkirî hatin îmhakirin.

 Fermandehiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê roja yekeşmiyê jî li daxûyaniyekê raghand: Bi derxistina  grûpa terorîstî ya DAIŞê, ewlehiya tam a bajarokên  Dêr Hafirê û Meskene û navçên derdora wê li rojhilata  parêzgeha Helebê hatiye dabînkirin.

 Fermandê yek ji yekînên  endazariyê yên artêşa Sûriyê got: Yekînên  endazyariya artêşê, operasyona  komkirina mayn û telikên  teqînê yên  grûpên teorîstî li 11 gund û bajarokan li navça Rebîê li derdora bakurê Lazqiyê  dawî bikin û rewşê jibo vegeriyana  xelkê bo malên xwe amade bikin.