Tîrmeh 17, 2017 17:45 Asia/Tehran
  • Şervanên kurd-ereb taxeke din li Reqê azad kirin

Şervanên kurd û ereb ên Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) taxa Yermûkê li rojavaya Reqê û zêde ji 500 sivîlên dorpêçbûyî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a HAWAR NEWS`ê, şervanên kurd û ereb ên Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) şeva buhurî taxa Yermûkê li rojavaya bajarê Reqê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Şeva buhurî şervanên kurd û ereb ên HSD`ê ji du mêhwerên rojhilat û rojavaya paytexta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê ango Reqê va pêşda çûn û piştî pevçûneke çendsietî karîn taxa Yermûkê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê derînin û di encama vî şerî da 16 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Li gorî rapora HAWAR NEWS`ê, hêzên HSD`ê di encama vî şerî da herwiha karîn nêzî 500 kesên sivîl ku di destê DAIş`ê da asê bibûn, ji xeterê rizgar bikin û veguhêzin cîyekî ewleh.

Şerê di navbera hêzên HSD û têrorîstên DAIŞ`ê li taxên curbicur ên bajarê Reqê da didome û balafirên cengê yên hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê jî bi bomberankirina çeperên DAIŞ`ê, piştgirîyê didin hêzên HSD`ê.