Tîrmeh 16, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Azadkirina meydaneke niftê li başûra rojavaya Sûrîyê

Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya balafirên cengê yên Ûrsêtê meydaneke niftê li parêzgeha Reqê li başûra rojavaya wî welatî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kir.

Li gorî rapora televîzyona Al Akhbaria ya dewleta Sûrîyê, artêşa vî welatî kontrola bîrên niftê yên Wehab, Al Fehed, Zebîstan, Al Qesîr, Abolqetat û Abûqeteşê û çend gundan li çola başûra rojavaya parêzgeha Reqê xist destê xwe.

Di çend mehên buhurî da û piştî derketina DAIŞ`ê ji rojhilata Helebê jibo parastina Reqê wek pêgeha xwe ya sereke, artêşa Sûrîyê bi piştevanîya hevpeymanên xwe ji wan Îran û Ûrsêtê li pişka rojhilat a Helebê pêşda diçe.

Di vî halî da hat ragihandin ku komeke têrorîstên Ceyş ul Fethê duh danê êvarê êrişî çeperên artêşa Sûrîyê li taxa Al Zehrayê li rojavaya Helebê kir ku hêzên artêşa Sûrîyê ev êrişa wan pûç derxistin û hejmarek têrorîst di encamê da hatin kuştinê û yan birîndar bûn.

Ceyş ul Fetih ku ji çend komên têrorîst ji wan Cebhetulnusre û Hereketa Nûredîn Zenkî pêk tê, niha li deverên başûr û rojavaya bajarê Helebê bicih bûye.