Çile 18, 2021 13:32 Asia/Tehran
  • Rêjîma Siyonîst êrîşî ser başûrê Xezeyê kir

Rêjîma Siyonîst rojhilatê du parêzgehên Refeh û Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê da ber bombeyan.

Li gorî rapora Filistîna El-Anê, Çavkaniyên xwecihî li Xezeyê ragihandin ku balefirên siyonîst berbanga îro Duçemiyê bi avêtina çend mûşekan, êrîş ser erdên filistîniyan li rojhilatê bajarê Refehê kirin.

Li gorî vê raporê, Balefirên israîlî her wiha çeperên berxwedanê li navçeyên rojhilatî yên parêzgeha Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê dane ber bombeyan.

 

Serepeyv