Kanûn 03, 2020 15:47 Asia/Tehran
  • Sêkrêtirê giştî yê Yekîtiya Ereban: Bila Rêjîma Siyonîst dawî li dagirkeriyê bîne

Ehmed Ebûxeyt, Sêkrêtirê giştî yê Yekîtiya Ereban got: Dawiya dagirkeriyê û damezirandina welatê Filistînê pêngavek e ku dikare aştiya mayînde û giştalî di hemî astan da bîne.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Fars Newsê, Ehmed Ebûqeyt, Sêkrêtirê giştî yê Yekîtiya Ereban di gotûbêja bi rojnameya londonî ya El-Ereb da hin guhertinên navçeyê şirove kirin.

Ehmed Ebûxeyt bi gotina vêya ku hegera sereke ya pêknehatina aştiya giştalî, dewama dagirkeriya Rêjîma Siyonîst e, ne itştekî din, got: Bidawîhatina dagirkeriyê divê ji armancên lihevnêzikbûnên vê dawiyê navera hin welatên erebî û Rêjîma Israîlê be.

 

Serepeyv