Cotmeh 29, 2020 23:58 Asia/Tehran
  • Li Yemenê krîza mirovî giran dibe

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ya ku ji sala 2014’an û vir ve şerekî navxweyî heye, rewşa zarokan gelekî xerab e û krîz hatiye asta herî bilind.

Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî Lîse Grande îro daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku bi tenê li herêmên başûr ên welat herî kêm 500 hezar zarok di bin rîska birçîbûnê de ne. Ev dane di nav daneyên PAM, FAO û UNICEF’ê de jî heye.

Li gorî daxuyaniyê rêjeya zarokên nikarin xwarinê bi dest bixin û têr naxwin ji sala 2017’an û vir ve ji sedî 15 zêde bûye û herî kêm 98 hezar zarok di vê rewşê de ne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 80’ê welat, ango 24 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî ya navneteweyî heye. Ji bo vê alîkariyê jî 3,2 milyar dolar fon hewce ye.

Ji meha Cotmehê û vir ve bi tenê milyarek û 430 milyon dolar fon ji bo Yemenê hate amadekirin. Li gorî daxuyaniya NY di meha Îlonê de li Yemenê li 300 navendên tendirustiyê alîkarî sekinîne û ji sê paran pareke alîkariyan an sekinîne an jî qediya.

Li Yemenê Hevpeymaniya Erebî bi serkêşiya Erebistanê ji Adara sala 2015 şerekî giran bona piştgiriya ji hêzên hikumeta Mansûr Hadî ku ji serokomariya Yemenê îstîfa kiribû da despêkirin    Ku di encamêd bi milyonan kes  koçber bon û bi dehan hezar kes hatin kuştin û birîndar bûn ku gelek ji wan sivîlin û gelek ji binavahiyên aborî yên vî welatê hilweşiyan.

Serepeyv