Cotmeh 26, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê:

Serokwezîrê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê hevhatina normalkirina peywendiyên Sûdanê tev Rejîma Siyonîstî şermezar kir û teqez kir ev hevhatin dibin sedem xelkê Filistînê zêdetir bê kuştinê.

Muhemed Eştye, serokwezîrê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê îro duşemiyê got: "Kiryara hinek welatan derheqê normalkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîstî, piştgiriya ji peymana Danûstandina Serdemê ya Emerîkayê ye û nabe welatên dost û birayê Filistînî xwe tevlî vê komploya Emerîka û Îsraîlê bikin."

 Serokwezîrê Teşkîlata xweîdarekir destnîşan kir ku bi tevlbûna her welatek li karwana normalkirinê, kevirekî nû ji dîwarê qelişî yî piştgiriya erebî dikeve û cebilxanên Îsraîlê tijî dibin ku zarokên filistînî dikuje û mafn wan ên rewa zewt die.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roja îniyê qala normalkirina peywendiyên navbera Sûdan û Rejîam siyonîstî kir û ragehand ku Sûdan û Îsraîlê di warê normalkirina peywendiyan li hev kirine.

 

 

Serepeyv