Cotmeh 26, 2020 16:09 Asia/Tehran
  • Rewşa awarte li Misrê hetanî sê mehên din hat dirêjkirin

Serokkomarê Misrê ragehand ku rewşa awarte li vî welatî heta sê mehên din jî tê dirêjkirin.

Ebdulfetah Sîsî, serokkomarê Misrê rewşa awarte li hemî cihên vî welatî ji vê sibê, 26 cotmehê va hetanî sê mehên din dirêj kir.

 Rewşa awarte li seranserê Misrê bo cara yekê li 9ê Nîsana 2017`an piştî êrişên terorîstî ser klîseyên bajarê Îskenderiyê û Tentayê ku koma terorîstî ya DAIŞê berpirsiyariya wê da istûyê xwe, heta sê mehan cih hat û heta niha bi caran hatiye dirêjkirin.

 

Serepeyv