Cotmeh 19, 2020 16:50 Asia/Tehran
  •  Artêşa Rejîma Îsraîlê amadekariya êrişa ser Xezayê dike

Artêşa Rejîma Siyonîstî ji tirsa ku komên li Xezayê operasyoneke ewlehiyê pêk bînin, hêzên xwe li ser sînorên Xezayê zêde kirin û muhtemele ew êriî ser zîvala Xezayê jî bikin.

Li gorî marpela Wala ya Reîma Îsraîlê, hêzên zav ên artêşa vê rejîmê li ser sînorên bi Xezayê re bi cih bûn û artêşa Rejîma Îsraîlê ji cotkarên Xezayê xwestiye ku nêzî têla sînorê bi Xezayê re nebin.

Têkildarî heman mijarê rojnameya Yediot Aharonot wiha nivisî: "Vê sibehê, arteşa Îsraîlê di çarçoveya pêkhatina bûyerên suîqastkirinê de ji hêla Xezayê ve bendên kontrolê li ser rêya giştî zêde kirin.”

Rojnameya Maariv jî diyar kir ku xebatên çêkirina dîwarê li ser sînorên Xezayê bi awayekî demkî hatin rawestandin. Ev tedbîr piştî hişyariyên ku komên Xezayê plan dikin, li ser herêma sînor bûyerên suîqastê pêk bînin, hatin girtin.

Serepeyv