Cotmeh 19, 2020 08:45 Asia/Tehran
  • Berdewamiya xiyaneta li gelê Filistînê: Behreyn û Îsraîlê muzakere îmze kirin

Rejîmên Behreyn û Îsraîlê di çarçoveya peymana bi navê aştiyê ya her du rejîman li Washingtonê de li hev kiriye, 7 muzakere îmze kirin. Mûzakere têkildarî avakirina têkiliyên dîplomasî û baziganiyê ne.

Muzakere li paytexa Behreyn, Menameyê hatin îmazekirin. Muzakereyan ji mijarên girêdayî hevkariya di navbera Behreyn û Reîma Siyonîstî, betalkirina daxwanama derbasbûnê ji kesên passportên dîplomasî, taybet û xizmetê pê re ne pêk tên.

Di demeke berê de, şandeya Rejîma Îsraîlê tevî wezîrê Xezîneya Amerîkî di gera yekemîn ji Til Evîvê gihêşt Menamê. Da ku ragihandina girêbesta aştiyê ya di navbear Îsraîl û Behreynê de aktîf bikin.

Serepeyv