Cotmeh 11, 2020 21:46 Asia/Tehran
  • Hefter û Eqîle Salih li Qahîrê ne

Fermandarê koma bi navê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemana Lîbyayê Eqîle Salih ji du rojan berî niha ve li Qahîrê ne, da ku diyalogên berfireh derbarê Lîbyayê de pêk bînin û beriya civînên Cinêvê li ser nêrîneke girêdayî çareserkirina aloziya Lîbyayê li hev bikin.

Li gorî çavkaniyên payebilind ên lîbyayî, serdana Xelîfe Hefet  ji bo Qahîrê jî hemwextî serdana serokê parlenama Lîbyayê Eqîle Salih pêk tê, da ku civînan pêk bînin.

Hin çavkaniyan diyar kirin: "Diviya bû ku Misir di dema 10-14'ê Cotmehê de, kongreyeke mezin a lihevanîna niştimanî ya Lîbyayî bi beşdarbûna bi dehan kesayet, parlemanter û serokeşîran li dar xistiba, da ku mijara lihevanîna aliyên lîbyayî nîqaş bikin."

Li gorî çavkaniyan: "Koordîneya lidarxistina kongreyê hîna berdewam e, rexmî ku aliyên lîbyayî yên li Qahîrê heta niha negihiştine nêrîneke hevbeş ku dawî li aloziyê werîne."

Serepeyv