Cotmeh 02, 2020 17:31 Asia/Tehran
  • Misir: Tirkiye li dû alozdkirina ewlehiya navçeyê ye

Wezîrê karên derve yê Misirê Tirkiye tawanbar kir ku çeteyên têrorîst jibo alozkirina aramiya navçeyê bi kar tîne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Samih Şukrî, Wezîrê karên derve yê Misirê roja Pêncşemiyê tevî tawanbarkirina Tirkiyê bi destwerdana li karên navxweyî yên Misirê û welatên erebî, got: Tirkiye çeteyên têrorîst jibo hewilên xwe bona alozkirina aramiya welatên erebî bi kar tîne.

Emanûêl Mekron Serokoamrê Fransayê jî roja Pêncşemiyê Tirkiye bi sûcê veguhestina şerxwazên biyanî û kirêgirtîyan ji Sûriyê bo navçeya Qerebaxê û piştevaniya ji Komara Azerbaycanê tawanbar kir.

Helwêst û kiryarên Enqerê li rojhilata Deryaya Sipî, Sûriye, Lîbya û vê dawiyê alîgiriya vî welatî ji Bakûyê di pevçûna navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bûye cihê nîqaşê.

Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.

Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.

Heta niha NY û gelek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê daxwaza rawestandina pevçûnan û destpêkirina gotûbêjan navbera Bakû û Yêrîvanê kirine.

 

Serepeyv