Îlon 15, 2020 23:59 Asia/Tehran
  • Peymana lihevkirinê ya Îsraîlê ya ligel Îmarat û Behreynê hat îmzekirin 

Bi amadebûna Serokomarê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî rêkeftina lihevkirinê ya qaşo aştiyê û asayîkirina peywendiyên Behreyn û Îmaratê li gel Îsraîlê ku wek xiyaneta li doza Filistînê û gelê mezlûm ê Filistînê tê zanîn hate îmzakirin. 

Merasîma îmzakirina herdu rêkeftinan yên Rejîma Îsraîlê ligel Îmarat û Behreynê li Koşka Spî bi amadebûna Serokomarê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benjamin Netanyahu, her yek ji Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf Bin Raşid û Ebdulla Wezîrê Derve yê Îmaratê Bin Zayid, li Koşka Spî birêve çû.

Beriya îmzakirinê Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî, Benjamin Netanyahu, di gotarekê de îdia kir  ku rêya rast aştî ye û divê aştî di nava welatên navçeyê de peyda bibe û tekez kir, ku ev prose dê bibe sedem, ku hejmareke din a welatên Erebî tevlî proseya aştiyê bibin û dawiyê li nakokiya Erebî û Îsraîlê bînin.

Piraniya welatan û rayagiştî ya cîhana Îslam ê û komên filistînî van lihevkirinên welatên ereb wek xiyaneta li doza Fiklistînê û lêxistina xencerê ji pişt ve li gelê Filistînê dizanin û wê şermezar dikin. Li gelek ji welatên cîhanê û Îslamî li dij vê lihevkirinê xwenîşandan li dar ketin ku ya herî dawiyê li Stenbola Tirkiyê bû.

Birêveçûna wê merasîmê, destpêkirina pratîkî ya peywendiyên dîplomasî yên di navbera Îsraîl û Îmaratê, û Îrsarîl û Behreynê de ye, asayîkirina peywendiyan wate îtîraf kirin bi dewleta Îsraîlê ji aliyê Behrên û Îmaratê ve ye, bi vê yekê jî, Îsraîlê kariye peywendiyên xwe li gel 4 welatên Ereb asayî bike. Vêca ev pêwendî berî her kesî ser qezenca Rejîma Îsraîlê û serokomarê Amerîkayê Trump e da ku bikare li hilbijartinan dengên zêde bi dest bêxe.  

Tê payîn di demeke nêzîk de, balyozxaneya Îmratê û Behreynê li Televîvê bê vekirin, û di hema dem de balyozxaneya Rejîma Îsraîlê jî li Ebu Zebî û Mename bê vekirin.

Ji bilî van peywendiyan, Îsraîlê amadebûna xwe nîşan daye, ku di warê bazirganî û geştiyarî û teknelojî de, girêbestên nû li gel wan her du welayên Erebî îmza bike, herwiha ji aliyê emnî û serbazî ve jî, hemahengiyê li gel Behreynê dike.Eva tê vê wateyê ku Rejîma hanê dixebite abora van du welatan jî bêxe bin destê xwe . Ev pêwendiyana weke derbeyeke mezin e li Filistînê û gelê wê yê mezlûm. 

Serepeyv