Îlon 13, 2020 11:17 Asia/Tehran
  • Gelê Behreynê li hemberî asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst xwenîşandan bi rê xist

Gelê Behreynê tevî bicihbûna hêzên ewlehiyê li nav kolanan bi lidarxistina xwenîşandanê, dijayetiya xwe digel asayîkirina pêwendiyên desthilatdarên Alê Xelîfe û Rêjîma Siyonîst ragihand.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya kanala El-Minarê, Beşdarên di vê xwenîşandanê da li ser sekinîna li kêleka gelê Filistînê bi mebesta wergirtina mafên xwe pêgirî kirin.

Nerazîyên behreynî her wiha dirûşmeya Mirin jibo Israîl, Mirin jibo Amerîkayê bilind kirin û alên Amerîkayê û Rêjîma Siyonîst dan bin piyên xwe.

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di twittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin.

 

 

Serepeyv