Îlon 12, 2020 16:06 Asia/Tehran
  • Filistînê Sefîrê xwe yê Li Behrînê vexwend

Rêxistina Xwebirêveber a Filistînê şevs borî ji bo nîşandana nerizamendiya xwe derheq xiyaneta mîrê Behreynê ya li doza Filistînê ji sefîrê xwe xwest ku terka Menamê paytexta Behreyn bide û vegere Filitînê.

Ajansa nûçeyan a Filistînê ragihand ku wezîrê derve yê Rêxistina Xwebirêveber a Filistînê  Riyaz El-Malikî bane sefîrê Filistînê yê li Menamê kir ku vegerê Filstînê da ku derbarê xiyaneta Rejîma Alê Xelîfê ya lihevkirina bi Rejîma Siyonîstî re û rakirina pêngavên din li hemberî vê kiryarê  pê re bişêwire.

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di twittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin. 

Serepeyv