Îlon 12, 2020 09:26 Asia/Tehran
  • Pêşewaziya Brîtanyayê ji lihevkirina Rejîmên siyonîstî û Behreynê

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê pêşewaziya xiyaneta Behreynê ya li dijî doza Filistînê ku dibe sedema asayîbûna pêwendiyên Rejîmên Siyonîstî û Alê Xelîfe kir.

Li gor Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê şeva borî  di Twittekê de pêşewaziya lihevkirina Rejîma Siyonîstî û hikûmeta Behreynê kir û îdia kir ku ev lihevkirina gaveke girîng e ji bo aştiya li rojavayê Asyayê,

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di teittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir dikin. 

Serepeyv